İbrahim Atmaca
11 Gulan 2020•Rojanekirin: 12 Gulan 2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 45 zêde bûn û derket 6 hezar û 685an.
Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 45 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.
Cîhanpûr daxuyand, bi tevahî jimara miriyan derket 6 hezar û 685an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 1683 zêde bû û derket 109 hezar û 286an.
Cîhanpûr destnîşan kir, rewşa 2 hezar û 703 kesên ku vîrus kişiyaye wan giran e, heta niha 87 hezar û 422 kes jî qenc bûne.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin û paşê li hemû welêt bela bûbû.