ÎDIR
Serokbajêrê Îdirê yê BDPê Mehmet Anar got divê pêvajoya çareseriyê li tu tiştî nealiqe û bidome.
Anar digel endamên partiyê li Cadeya Dogubeyazîdê daxuyaniyeke çapemeniyê da û îdia kir ku di heyama duyemîn ya çareseriyê de hikûmet bi kêfî tevdigere û ji bo ku pêvajoya aştiyê bi xweşî bidome tu gavekê neavêtiye.
Anar da zanîn ku divê êdî ji her du aliyan jî mirin tunebin, ji bo vê jî lazim e ku pêvajoya çareseriyê li tu tiştî nealiqe û bidome. Anar her wiha got: "Em ji vir bang li hukûmetê dikin û dibêjin divê ev pêvajo di demeke zû de bigihêje encamê. Ji bo ku mirin pêk neyên em dibêjin; dewlet gavan biavêje."
Piştî daxuyaniyê milet belav bû. Di wê demê de V.Eyê ku berê lê digeriyan, hat girtin. Parlementerê Agirîyê yê BDPê Halil Aksoy jî xwest ku peywirdarên ewlekariyê wî serbest berdin.