VAN
Li gundê Karahana li ser navçeya Mûradiyê 15 sewal ji ber nexweşîneke ku hêj sedema wê nayê zanîn, telef bûn.
Gundiyan laşê sewalên ku mirar bûn, binax kirin û ragihand ku berê jî bûyerên wiha qewimîne. Wan Wezareta Çand, Xurek û Sewalvaniyê bi vê rewşê hesandine, lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin.
Muxtarê gund Seyfettîn Şîmşek diyar kir ku ew sedema nexweşînê nizanin û got ku ji wan re gotine nexweşîn 'an tevek e an jî qidûz e.'
Muxtar îfade kir ku Cejna Qurbanê nêzik bûye lê ew nikarin sewalên xwe derxin derve. Gundî bi fikar in ku heywanên wan zêdetir telef bibin.
Muxtar wiha axivî: ''Me çend car rayedaran agahdar kir lê tu bersiv nedan me. Em kesekî ku alîkariyê bide me nabînin. Nirxa her sewaleke ku mirar dibe 10 hezar lîra ye. Em mexdûr in û nizanin çi bikin, ji rayedaran alîkarî dixwazin.''