Nihat Kavşut
29 Gulan 2020•Rojanekirin: 30 Gulan 2020
Li Îrana ku hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dimirin cardin zêde dibe di rojekê da 50 kesên din jî mirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê da destnîşan kir ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 50 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 7 hezar û 677an.
Kiyanuş Cîhanpur diyar kir 2 hezar û 819 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara nexweşan derketiye 146 hezar û 668an.
Cîhanpur destnîşan kir rewşa 2 hezar û 547 kesan giran e û heta niha 114 hezar û 931 kes baş bûne.