Nihat Kavşut
10 Hezîran 2020•Rojanekirin: 11 Hezîran 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 81 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 8 hezar û 506an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir ku ji ber Kovîd-19ê 81 kesên din jî mirine.
Sîma Sadat Lariyê diyar kir li Îranê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 8 hezar û 506an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir 2 hezar û 11 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine jî derket 177 hezar û 938an.
Sîma Sadat Lariyê diyar kir heta niha 140 hezar û 590 kes baş bûne û hejmara testên hatine kirin jî derketiye milyonek û 151 hezar û 32yan.