Haydar Şahin
22 Gulan 2020•Rojanekirin: 23 Gulan 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 51 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 7 hezar û 300 kesî.
Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ku li welêt 51 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 311 kes jî bi vîrusê ketin.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara miriyan derket 7 hezar û 300î, hejmara nexweşan jî derket 131 hezar û 652 kesan.
Cîhanpur destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn da li 14 eyaletan kesek nemir û li 6 eyaletan jî serê her yekî nexweşek mirin, di pêşerojê da tabloyê baş bibe.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li eyaleta Xuzistanê ya li başûrê rojavayê welêt hê nikarin nexweşiyê hildin bin kontrolê.
Cîhanpur got ku rewşa 2 hezar û 659 kesan kirîtîk e, hetanî nika 102 hezar û 276 kes rind bûn û gihîştin siheta xwe.
Cîhanpur diyar kir ku li welêt hetanî nika ji bo 763 hezar û 913 kesan testa Kovîd-19ê hat kirin.