Haydar Şahin
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2019
Şî Cînpîngê Serokê Komara Gel a Çînê bi merasima fermî pêşwaziya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir.
Merasim li Salona Gel a Mezin ya li Meydana Tîenanmenê ya li Pekîna paytext hat lidarxistin, Şiyê hemtayê Serokomar Erdogan lê pêşwazî kir.
Herdu serokan heyet teqdîmî hevdu kirin û paşê ciyên xwe yên li qada merasimê hildan, top hatin avêtin, sirudên neteweyî yên herdu welatan hatin xwendin. Serokomar Erdogan û Şî selam dan koma merasimê paşê hatin ba zarokên alaya Tirkiyeyê û kulîlk dabûn destê xwe û bi wan ra wêne kişandin.
Erdogan û Şî derbasî cihê hevdîtina rûbirû û heyetan bûn.
Di merasima pêşwaziyê da Wezîrê Karên Derva Meclut Çavuşoglu, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Vejenê Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Mehmet Cahît Turhan, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demîr, Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî cî girtin.