Sevim Hatun
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li Îranê ji ber ku pirsgirêka avê ku di salên dawî de bûye pirsgirêkeka mezin wekî "malzemeyê siyasî" tê bikaranîn gavên ku hewce dikin nayên avêtin.
Pisporên îranî pirsgirêka avê ya ku sal bi sal mezintir dibe û ji nûçegihanê AAyê re nirxand.
Pisporê hawirdorê Ali Halit Berin got ku pirsgirêka avê her diçe mezin dibe, der heqê mijarê de tê axaftin lê belê îcraet tunene.
Berîn got, "Li Îranê pirsgirêka avê wekî malzemeyê siyasî tê bikaranîn" û dest nîşan kir ku lazim e ji bo rêveberiya bikaranîna kanên avê û ewlekariya avê bernameyeke bihûrgîlî were amadekirin.
Berin wiha dewam kir:
"Şûna axaftinên bi hestewarî lazim e bi nêrîneke bimantiq û berfireh were axaftin û biryar bên dayin. Bereksê vê wê pirsgirêk mezintir bibe. Îro gelek welêt li ser mijara bazirganiya avê kûr bûne. Lê belê bernameyek me tuneye, dibe ku em di pêşerojê de ji ber vê sersariyê bikevin tengasiyê."
- "Ji ber pirsgirêka avê jiyana însanên herêmê zehmettir dibe"
Pisporê hawirdorê Nasir Kerîmî jî der barê mijarê de got ku pirsgirêka avê ji pirsgirêkên herî mezin ên welêt yek e û ev hişyarî da: "Ji ber vê yekê jiyana însanên li herêmê bi zehmettir dibe û kêmasiya avê dibe krîzeke cidî."
Kerîmî got ku ji ber kêmasiya avê îqlîma herêmê vedugehere, çol zêde dibin û ev jî dibe sedema koçkirinê û wiha dewam kir: "Ji ber pirsgirêka avê sektora çandiniyê ya Îranê li ber îflasê ye. Heke rewş neguhere û wiha dewam bike wê şert û mercên jiyana însana dijwartir bibe."