Haydar Şahin
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
MOSKOVA
Pisporên ku sepandinên li ser aboriyê yên piştî ragêşiya di navbera DYAyê û Rûsyayê da dinirxînin dibêjin ku sepandin ew ê li ser piyaseya Rûsyayê ya ku di van demên dawîn da hinekî bi ser xwe da hatibû tesîreke mezin bihêlin.
Senatoya DYAyê hefteya borî pakêta qanûnê ya ku dibêje 'rayeyên Donald Trumpê Serokê DYAyê yê ku pêkanînên teze anî serê Rûsya, Îran û Koreya Bakur ew ê di tesdîqa Kongreya da be' qabûl kir.
Serokê Kursiyê Endezyariya Fînansê ya Akademiya Serokatiya Aboriya Neteweyî ya Rûsyayê û Alîkarê Serokê Bankeya Navend Prof. Konstantîn Korîshchenko ji nûçegihanê AAyê ra sepanên li ser Rûsyayê nirxand û diyar kir ku ji ber sepandinan veberhênanên biyanî yên li Rûsyayê ew ê ji berê kêmtir bin.
Korîshchenko got Rûsyayê êdî ji berê zêdetir tengasiya çavkaniyên ku ji bo mezinbûnê lazim in bikişîne û wiha axivî: "Rûsyayê mecbur e bersivê bide sepandinên DYAyê û ji ber vê jî dibe ku mecbur bimîne reforman dayne aliyekî."
"Sepandinên teze dibe ku ji yên berê girîngtir bin"
Hîndekarê Beşa Fînansê ya Zanîngeha Aboriyê ya Teze Oleg Shîbanov got sepandinên teze dibe ku ji yên berê girîngtir bin.
Shîbanov diyar kir ku di hedefa sepandinên teze da sektorên xaza siruştî û pêtrola ûrisan heye û wiha pê da çû: "Di encama sepandinan da dibe ku di çaryeka duduyan a îsal da mezinbûna aboriyê şokeke mîkro bibîne."