Haydar Şahin
13 Mijdar 2022•Rojanekirin: 14 Mijdar 2022
Li Îranê xwepêşandanên piştî mirina Mehsa Emîniyê dest pê kirin li hin bajar û zanîngehan dewam kirin.
Li zanîngehan xwendekaran li dijî binçavkirin û dûrxistinan çalakî li dar xistin û bertek nîşan dan.
Xwendekarên Zanîngeha Şehîd Beheştî ya Tehranê û xwendekarên Zanîngeha Noşîrewanê ya Babulê çalakiya rûniştinê kirin.
Her wisa xwendekarên zanîngehên Zehra, Tehran, Allame Tebatebayî û Zanîngeha Teknolojiyê ya Xoce Nasiruddîn Tûsî, Zanîngeha Xarizmî ya Kerecê çalakiyên protestoyê li dar xistin.
Ji aliyekî din hatin diyarkirin, li bajarê Serdeştê yê eyaleta Azerbaycana Rojava û bajarê Seqizê yê eyaleta Kurdistanê esnaf piştgirî da xwepêşandanan û kepenk daxistin.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûbergan binpê kir" hatibû binçavkirin û paşê ketibû komayê. Li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, diyar kir ku hejmara kesên di xwepêşandanan da bi midaxeleya hêzên ewlekariyê hatin kuştin derket 304an.
Her wisa tê îdiakirin, di xwepêşandanên ku li tevahiya welêt didomin da zêdeyî 10 hezar kesî hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê da derdikevin, der heqê xwepêşandêrên binçavkirî da îdianame hatin amadekirin û hinek jê bi cezayê idamê tên darizandin.