Islam Doğru
13 Mijdar 2022•Rojanekirin: 15 Mijdar 2022
Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê du balafirên pêşandanê yên cure Boeing B-17 û Bell P-63 li hewa li hev ketin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Asîmanî ya Federal (FAA), qeza di dema pêşandana asîmanî ya li Balafirgeha Executive ya li bajarê Dallasê da çêbû.
Di dîmenên temaşevanên pêşandanê kişandin û li ser medyaya civakî belav kirin da dixuyê ku du balafirên pêşandanê yên cure kevn piştî ku li hev dikevin, dadikevin û agir jê quloz dibe.
Zêdeyî 40 îtfaiyevanî midaxeleyî balafirên daketin kirin û FAAyê daxuyaniya, "Vêga nayê zanîn ku di balafiran da çend kes hebûn." parve kir.
Hat ragihandin, FAA qezayê lêkolîn dike û dê hûrgiliyan paşê eşkere bike.