Haydar Şahin
14 Mijdar 2022•Rojanekirin: 15 Mijdar 2022
Li Îranê xwepêşandanên piştî mirina Mehsa Emîniyê dest pê kirin li hin zanîngehan dewam kirin.
Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Xwendekaran a Saziyên Îslamî a li ser Telegramê, xwendekarên Zanîngeha Şehîd Beheştî ya li Tehranê ji bo protestokirina girtina hevalên xwe û zexta li dijî wan tê kirin, çalakiya rûniştinê kirin.
Her wisa xwendekarên zanîngehên Zehra, Tehranê û yên Zanîngeha Azad a Urmiyeyê çalakiyên protestoyê li dar xistin.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûbergan binpê kir" hatibû binçavkirin û paşê ketibû komayê. Li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, diyar kir ku hejmara kesên di xwepêşandanan da bi midaxeleya hêzên ewlekariyê hatin kuştin derket 304an.
Her wisa tê îdiakirin, di xwepêşandanên ku li tevahiya welêt didomin da zêdeyî 10 hezar kesî hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê da derdikevin, der heqê xwepêşandêrên binçavkirî da îdianame hatin amadekirin û hinek jê bi cezayê idamê tên darizandin.
Îro Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê idamê da xwepêşandêrekî û her wiha ji bo 5 xwepêşandêran jî cezayê hebsê yê di navbera 5 û 10 salan da da.