HEWLÊR
Li Îraqê, kiryarên malên Îranê derket dû qatî. Midûrê Giştî yê Îthalat û Îxracatê yê Wezareta Bazirganiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ya Federal Îsmaîl Muhemed dest nîşan kir ku li herêmê teleba malên erzan yên Îranê derket du qatî.
Muhemed di daxûyaniya xwe de got: "Bazirganiya ku di navbera Hêrema Kurdistanê û Îranê de pêk tê ji ber qiymetê pereyê Îranê ye. Lewra nirxê pereyê Îranê li hemberê dolarê Emerîka û dînarê Îraqê gelekî kêm bû. Qebareya di navbera me û Îranê dê hetanî dawiya salê derkeve du qatî. Em ji Îranê amûrên navmalê, perçeyên wesayîtan, amûrên elektronîk, amûrên înşeatê û madeyên xûrekê dikirin.
Muhemed diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Îranê qadek baş ya bazirganiyê ye û wisa texmîn dike ku bazirganiya bi 6 tirilyon û 435 milyarî a ku bi Îranê re dikin dê zêdetir bibe.
Muhemed da zanîn ku di sala 2012an de 70 hezar destûrname dane bazirganiyên di navbera Îran û HKIFyê.
Serekonsolosê Îranê yê Hewlêrê Huseyîn Uzeyîmî ji bo vê îxracatê memnuniyeta xwe anî ziman û diyar kir ku îxracata ku Îran ji Îraqê dike 13 milyar dolar e. Îran îxracata xwe ya ji sedî 55 dişîne Herêma Kurdistanê.
Uzeyîmî bal kişand ser qiymetê pereyê Îranê û got: Niha ji Îranê 7 milyon ton çîmento hat Îraqê. Hemd ji Xwedê re bazirganiya di navbera me de gelekî baş e û her ku diçe jî pêşve diçe. Pêşvebirina bazirganiya di navbera me de di destê me de ye. Li Herêma Kurdistanê 400 şirketên Îranê dixebitin. Ev herêm ji bo me pir girîng e. Digel ambargoya Emerîka û YEyê aboriya me dîsa jî baş e.
Hîndekarê Beşa Aboriyê yê Zanîngeha Selahaddînê Eyyup Smaky jî îdia kir ku Îran dixwaze bibe serdestê bazirganiya Iraqê.