ŞANLIURFA
Ji ber gengeşî û aloziyên li Sûriyê komeke ku ji sed kesî pêk dihat xwe siparte Tirkiyê. Koma ku ji herêma Resûlayna(Serêkaniyê) Hasekê hatin, şandin konebajarê Telhamûtê.
Di nav Partiya Yekîtiya Demokrat û Eniya Nûsra de ji hefteyekê zêdetir e pevçûn didome û car caran şîdeta pevçûnê zêdetir dibe. Piştî ku topên hawanan avêtin baregeha PYDê, komeke ku di nav de zarok û jin jî hebûn, bi tevahî nêzikî 100 kesî hat tixûbê Ceylanpinarê û piştî kontrolê kom derbasê Tirkiyê bû.
Kom qasekê li taxa Mehmet Akîf Ersoyê ya li ser sînorê Ceylanpinarê hat sekinandin, piştre di bin kontrola hêzên ewlehiyê de kom şandin Fermandariya Hudûtê 1emîn. Li vir qeyda komê hat kirin û bi du wesayîtan ew şandin konebajarê Telhamûtê.
Wekî din bergiriyên hêzên ewlehiyê yên li ser sînor berdewam e.