ERBİL
Li navçeya Tuzhurmatuya li ser bajarê Salahaddîna Îraqê, erîşeke xwekujiyê li hêzên ewlehiya Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal hat kirin û di encamê de 8 pêşmerge mirin û 7 jî birîndar bûn.
Qeymeqamê Tuzhurmatuyê Şelal Abdul daxuayniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrîşkarê xwekuj, wesayîta bombebarkirî li rex sê wesayitên polêsan teqandiye û di encamê de 8 pêşmerge mirin û 7 jî birîndar bûn.
Li herêma Tuzhurmatuya ku ereb, tirk û kurd bi hev re dijîn, di mehên dawîn de bûyerên şîdetê zêde bûne. Di meha borî de li nêzikî navçeyê di bûyerên xwekuştinê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.