Ferizat Kaya
19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
ROMA
Hat ragihandin li Îtalyayê 4 erdhej çêbûn, di erDhejan de kesek mir.
Li herêma ku sala çûyî 300 kes mirin, li gorî saeta herêmî li ser hev di saet 10.25an de bi lerza 5,1; di 11,15an de bi lerza 5,5; di 11. 25an de bi lerza 5,4; di 14.34an de bi lerza 5,1 erdhej çêbûn. Di çapemeniyê de piştî erdhejê der barê rewşa herêmê da gelek xeber derketin.
Li gor agahiyan ekîben rizgarkirinê li herêma Castel Catagna ji bin xirabeyê kesekî 83 salî derxistin û li herêma Castîglîone Messer Raîmondoyê dê û zaroka wê jî xelas kirin.
-Aşît ket ser otelê
Li welêt ji ber ku li ser hev erdhej çêbûn aşît ket ser Hotel Rîgopîano Gran Sasso Resorta nêzî bajarê Pescara. Hat ragihandin ku di otelê de 20 kes û personel hebûn. Her wiha ji bo 3 kesên ku di aşîtê de winda bûne xebatên lêgerînê dan destpêkirin.