17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2015
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) diyar kir ku hejmara kesên di nav Iraqê de koç kirin û derbasî cihê ewle bûn gihîşt 3 milyon û 206 hezar û 736an.
Rêxistinê daxuyanî da û ragihand ku ji Çileya Paşîn a 2014an heta 29ê Îlona 2015yan 3 milyon û 206 hezar û 736 kesan ji nav welêt koçkirin û derbasî cihên ewle bûn.
Hat gotin ku ji Enbarê milyonek û 334 hezar û 592, ji Nînowayê milyonek û 11 hezar û 606 û ji Selahadînê jî 407 hezar û 142 kesî koç kir. Di nav derên ku herî zêde koç jê hatin kirin de Enbar û Bexda cih digirin. Ev herdu bajar bi sedî 18yan ve di rêza ewil de ne, Dihok û Kerkûk ji sedî 13 ve di rêza duyemîn de, Hewlêr ji sedî 9 di rêza sêyemîn de, Nînova ji sedî 6 ve di rêza çaremîn de û Silêmaniye jî ji sedî 5 ve di rêza pêncan de cih digire.
Daxuyaniyê de bal kişandin ser bajarê Enbarê û ragihandin ku him li wê derê koçkirin zêde ye û him jî koçberên tên wê derê zêde ne.
Hat ragihandin ku 400 hezar kesên ji Iraqê koç kiribûn careke din vegeriyan ser axa xwe. Ji wan 218 hezar û 928 kes vegeriyan Selahaddînê, 155 hezar û 694 kes vegeriyan Tikrîtê û yên mayî jî her kes ji wan vegeriyan dereke din.
Rojava û bakurê Iraqê di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê de ye û li wan deran jî pirî caran bi hêzên Iraqê re şer tê kirin. Gelek kes ji ber şer û pevçûnên li nav welêt diqewimin koç dikin.