Elif Orhan
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
AMMAN
Li herêma Behra Mirî ya li rojavayê Ûrdinê otobêsa geştê ya ku tê de xwendekar hebûn bi ava lehiyê de çû, li gor tespîtên ewil 10 kes mirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Heyeta Parastina Sivîl a Ûrdinê hat dayîn otobêsa ku 37 jê xwendekar 44 kes tê de hebûn li herêma Behra Mirî bi ava lehiyê de çû. Di bûyerê de li gor tespîtên ewil 10 kes mirin, 22 jê jî hatin xilaskirin.
Ji bo xilaskirina 12 kesên winda bûne xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û firokeyên artêşê jî tevî xebatên lêgerînê bûn.
Rayedar ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Berdevkê hikûmeta Ûrdinê Cumane Guneymat daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo xebatên lêgerîn-xilaskirinê dewletê hemû derfetên xwe seferber kirin.
Li gelek bajarên Ûrdinê şert û mercên asîmanî yên neyinî tavî li hin herêman bû sedema lehiyan.