QAHÎRE
Lîstikvanê forvetê yê Tîma El-Ehlî ya Misrê Ehmed Ebduzzahir, ji ber ku di fînala Lîga Şampiyona Afrîkayê (CAF) de, di lîstika bi tîma Afrîkaya Başûr Orlando Pîratesê de îşareta 'Rabîayê' kir cezaya ji werzişê menkirinê xwar.
Berdevkê çapemeniya tîma El-Ehliyê Cemal Cebr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Komîteya Futbolê ya kûlubê der barê Ebduzzahir de biryara cezayê ji werzişê menkirinê îmze kirine. Lijneya rêvebiriyê ji bo ku biryara dawîn bide dê bicive.
Wezîrê Werzişê yê Misrê Tahir Ebû Zeyd jî di daxuyaniya malpera fermî ya wezaretê de wiha got: "Tevgera lîstikvan Ehmed Ebduzzahir ya ku di lîstika fînala Lîga Şampiyona Afrîkayê (CAF) de wek tiştekî normal nayê qebûlkirin." û gef xwar ku divê cezayekî giran ji bo wî bê dayîn.