31 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
WASHINGTON
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê êrîşa terorê ya li Diyarbekirê de got ku "Ev êrîş dê şeht li xîreta me ya ji bo têkoşîna bi terorê re nedin. Rêxistina terorê çiqas dikeve tengasiyê bi çalakiyên wiha rûyê xwe yê qirêj û namerd nîşan dide."
Erdogan di axaftina xwe ya li Enstîtuya Brookîngsê de diyar kir ku li Diyarbekirê êrîşeke ku hêzên ewlehiyê hedef digire hat kirin.
Erdogan got "Ez dixwazim diyar bikim ku êrîşa terorê ya li Diyarbekirê ya ku hêzên me yên ewlehiyê hedef girt bi tundî şermezar dikim. Di êrîşa xaîn de 7 mensûbên me yên ewlehiyê şehîd ketin, 13 mensûbên me yên ewlehiyê û 14 welatiyên me yên sivîl birîndar bûn" û got ku Xwedê rehma xwe li şehîdan bike û şifaya xêrê bide birîndaran. Erdogan sersaxî da malbatên şehîdan û gel û wiha axivî:
"Ev êrîş dê bi tu awayî şeht li xîreta me ya ji bo têkoşîna dijî terorê nede. Rêxistina terorê çiqas dikeve tengasiyê bi çalakiyên wiha rûyê xwe yê qirêj û namerd nîşan dide. Bi basîret û piştgiriya gelê me, bi biryardariya hêzên me yên ewlehiyê înşeallah em ê nehêlin ku ev belaya terorê li pêşiya vî welatî bibe astengek."
- "Tehamûla me nemaye"
Erdogan bal kişand ku terorê welatiyên Tirkiyeyê hedef digire û wiha axivî: "Terora ku di bin navê cuda de hîmaye dibîne mixabin ku bi vê cesareta ku distîne welat û welatiyên me dike hedef. Hember vê yekê tehamûla me nemaye. Ez hêvî dikim ku ev êrîş bibin wesîle ku di serî de welatên Ewropayî hemû dinya rûyê rastîn ê PKKya rêxistina terorê û şaxên wê bibîne."
"Ez li bendê me ku mafê teslîmê welatê me bikin"
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye niha welatekî wisa ye ku di hedefa hevpar a rêxistinên terorê yên herî destbixwîn ên dinyayê ne de ye û wiha axivî: "Em digel vê bêyî ku ji demokrasî, azadî û dewleta hiqûqê tewîz bidin têkoşîna xwe berdewam dikin. Dema mirov bi gelek tehdîdên terorê yên ku rû bi rû maye re mûqayese bike ji aliyê heq û azadiyan ve welatekî ji Tirkiyeyê pêştedir standartan de tune. Ez bi taybetî li bendê me ku vê mafê teslîmê welat û gelê me bikin."