22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Wezareta Berevaniya DYAyê (Pentagon) dê destpêka hefteya pêşiya me rapor û pêşniyazên şerê dijî DEAŞê yên ku li ser daxwaza Serok Donald Trump hat amadekirin, radestî Qesra Spî bike.
Berdevkê Pentagonê Albayê Deryayî Jeff Davis di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku 30 roj maweya Pentagonê dê dawiya vê hefteyê bidawî be û ji bo ku serê hefteya pêşiya me rapor û pêşniyazên xwe pêşkêş bikin, pisporên leşkerî yên DYAyî xebata xwe ya bênavber didomînin.
Davis diyar kir ku di raporê da digel têkoşîn û şerê dijî DEAŞê yê li Sûriye û Iraqê herwiha dê têkoşîna dijî rêxistinê ya li Efxanistan, Libya û welatên din jî cih bigire.
Berdevk Davis der heqê naveroka raporê da xwe da alî û tu agahî parve nekir û herwiha got ku xebata navborî li ser esasê çarçoveya stratejiyeke giştî rûdinê.