BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malîkî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ya Federal Mesûd Barzanî diyar kir ji bo ku pirsgirêka di navbera Bexda û Hewlerê çareser bikin li hev kirin.
Malîkî û Barzanî piştî hevdîtina xwe ya li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Malikî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan li hev kirine lê li ser mijara zagonê fikrên herdu aliyan cuda ne. Malikî wiha got: "Berjewendiyên Iraqê ji her tiştî pêşdetir e. Di nav herdu hikûmetan de ji bo karên dewletê wê hevkarî çêbe. Rewşa ku em niha tê de ne hewce ye ku baştir be da ku em pirsgirêkan çareser bikin."
Serokwezîrê Iraqê jî got: "Daxwaza her du aliyan a hevpar ew e ku rewşa welat baş bibe û welat ji talûkeyan bê parastin. Ev jî hewce dike ku pirsgirêk bi aştî û muhebetê çareser bibin."
Serokê IKBYê Barzanî jî wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka ku di nav Hewlêr û Bexdayê de hin rê hene. Lewra her du alî jî ji bo ku pirsgirêkan çareser bikin xwedî îrade ne. Em ji bo ku 'peyama biratiyê' bidin hatin li cem hev. Em ê hewl bidin ku her tim di nav pêwendiyê de bin û welêt ji talûkeyan dûr bixin."
Barzanî wiha dewam kir: "Me li hev kir ku pirsgirêkên di nav her du aliyan de çareser bibe û zagon bikeve rewacê. Ziyareta me baş derbas bû. Ji bo talûkeyên derve hewcedariya me heye ku em eniya hundirîn xurt bikin."