Fatih Gazioğlu
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
ANKARA
Li Dinyayê marqeya herî biqiymet bi bihayê 151 milyar dolarî bû 'Amazon."
Lîsteya '500 marqeyên dinyayê yên herî biqiymet' ya ku ji aliyê saziya Brand Fînancê tê lidarxistin eşkere bû.
Li gor vê di lîsteyê de di rêza yekemîn de bi bihayê 150 milyar û 811 milyon dolarî va Amazonê cih girt.
Aplle jî bi bihayê 146,3 milyar dolarî va bû marqeya duyemîn. Piştî Aplleyê bi 121 milyar dolarî va Google bû marqeya seyemîn. Google par bûbû yekemîn.
Di lîsteyê de marqeya ku herî zêde bihayê xwe bilind kir bi zêdebûneke ji sedî 161ê va Wulîangyeya marqeya Çînê ya vexwarinê ye.
Marqeya ku herî zêde bihayê wê daket jî bi sedî 43 kêmbûnê va bû Toshîbaya marqeya Japonyayê.
Di nav lîsteyê de tu marqeyên Tirkiyeyê cih negirtin.