Barzanî hevpeyvînek da ’Welt am Sonntag’’a rojnameya almanan û qala gefa rêxistina terorî ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI), perçebûna Iraqê, mijarên herêma Kurdistanê û têkiliyên wan ên bi welatên cînar re kir.
Barzanî pirsa "DÎŞI ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê çiqas bi xetere ye?" bersivand û diyar kir ku nişka ve li sînoran rastî xetereyekê hatin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me ji demeke dirêj ve bi awayekî bi fikar bihêzbûna yekîneyên DÎŞIyê dişopand û der barê vê yekê de hikûmeta li Bexdayê jî agahdar dikir. Lêbelê Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî nexwest ku guh bide vê yekê. Niha rewş dijwartir bû."
Barzanî wek sedema xurtbûna DÎŞIyê "polîtîqaya nebaş a hikûmeta Bexdayê" nîşan da û da zanîn ku sunî ji bexdayê kolanên baştir, nexweşxane, dibistan û tiştên gelek hêsan ji Bexdayê dixwazin, lêbelê hikûmeta Malikî ya ku tê de şiî zehftir in guh nedan van daxwazan, DÎŞIyê jî xwe wek wekîlê suniyan dît û belav bû.
Barzanî diyar kir ku wî li hember "Guhlênedana hikûmeta Baxdayê her dem protesto kir" û got ku min hişyariya ku Mûsil ji dest biçe da, lê belê Malikî ji vê yekê bawer nekir.
Barzanî got ku em wek kurd li hemberî mafên siruştî yên suniyan nasekinin, em li dijî terorê ne û bal kişand ku li herêmên ku sunî lê dijîn DÎŞI tenê tuneye, gelek komên din ên ku dijberên hikûmeta navend in jî hene.
Barzanî li ser pirsa "Gelo stratejiya we ji bo parastina xaka we tenê ye?" got ku "Em welatê xwe bixwe diparêzin" û der barê daxwaza axê ya ji Ankara an jî Şamê de got ku "Divê kurdên li welatên din ji bo dahatuya xwe, bi awayekî aştiyane bi xwe biryarê bidin. Çareseriya siyasî dê ji ber kurdên li Iraqê bi serneketî nebe."
Barzanî li ser pirsa "Gelo dewletên din piştgiriyê didin DÎŞIyê an na?" got ku "Ev pirseke baş e. Ev yekîne di şerê navxweyî ya li Suriyeyê de xurt bû. Hêzên hewayî yên Esed dikaribû navenda komandoyan a DÎŞIyê ya ku li bajarê Rakkayê ye bombebaran bikira, lêbêlê bala mirov dikşîne ku digel hêza xwe çima hêzên Esed ew bombebaran nekirin".
Barzanî got ku em dê nehêlin ku DÎŞI bikeve Kurdistanê, heke ew hewl bidin ku herêmên şiiyan an jî Kerbela û Necefê muqadesatên şiiyan feth bikin an jî xira bikin, ew çax dê şiî li hember vê yekê derkevin û Îran jî dê wê demê bibe mudaxilê mijarê. Barzanî got ku ez wisa texmîn dikim ku dê DÎŞI li ser herêmên suniyan bisekine.
Barzanî li ser pirsa "piştî ku îqtidara Sedem Huseyîn hilweşiya, amerîkayiyan xeletiyên çawa kirin" wiha axivî: "Mixabin ku xeletiya herî mezin a Amerîkayê ew bû ku bi awayekî gelek lez ji xilaskariyê guherî û bû dagirker."
Barzanî bi bîr xist ku şûna ku li Iraqê hikûmeta Iraqê ya berwext a pir nijadî û pir dînî bê damezrandin, bi rêvebirekî ku rewşa li Iraqê nizane û amerîkayî ye hat peywirdarkirin. Barzanî li ser pirsa "Gelo amerîkayî maweyeke dirêj li Iraqê man an na" wiha axivî: "Min bawer nedikir ku dê artêşa Malikî li welêt ku di nav rewşeke nebaş de bû, îstiqrarê bi dest bixe. Ji ber wê yekê ez li dijî derketim ku Amerîka ji binî ve ji Iraqê derbikeve. Îro dide nîşan ku ez çiqas mafdar bûm. Em li Kurdistanê ji ewlehiya xwe bi xwe pêk tînin."
Barzanî li ser pirseke wekî gelo dê avahiya dewleta Iraqê bi vî awayî bimîne an na, da zanîn ku ev avahî dê bi vî awayî bimîne an na ev ne girêdayî gelê kurd e û got ku em li gor avahiya federal tevdigerin.
Barzanî diyar kir ku li ser sunî û şiiyan ew qas xeletî hatin kirin ku êdî nikarin sererast bikin û got ku "Iraq perçe dibe, ev rastiyeke wisa ye ku hin kes naxwazin vê rastiyê bibînin."
Barzanî li ser pirsa "Gelo amerîkayî dê di rêya serxwebûnê de piştgiriyê bidin kurdan an na?" wiha axivî: "Ez ne li benda arîkariyeke aktîf im, lêbelê ne li bendê me ku dê li hember vê yekê jî bisekinin. Hin siyasetmedarên DYAyê piştgiriyê didin me, hinek ji wan piştgirî nadin me. Çawa be mijara serxwebûna Kurdistanê mijara gelê kurd e."
Barzanî diyar kir ku ji 10 salan heta niha ew hewl didin ku Iraqa demokratîk pêş bixin, lêbelê gelek kes şîdetê wek amûra siyasetê dibînin û destnîşan kir ku hêzên radîkal di şiî û suniyan de xurt bûn.
Barzanî got ku "Gelo em dê bi van re dewleteke hevpar damezrînin. Ev nabe. Gel ne mecbûr in, dikarin bi awayekî dilkirî bi hev re bijîn." û diyar kir ku li Iraqê nasnameyên wekî kurd, sunî, şiî û xaçparêz hene, lêbelê nasnameya iraqî tuneye.
Barzanî li ser pirsa "Heke di dahatûyê de Kurdistanek bê avakirin, gelo tu nîşane hene ku welatên cînar vê yekê qebûl bikin?" diyar kir ku welatên cînar, me ev 10 salên dawîn gef neda tu kesî û wiha aixvî: "Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re di van 10 salên dawîn de gelekî pêş ketin û niha gelek baş in. Em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê ya di navbera kurdan û hikûmeta tirkan de. Li vir geşedanên girîng çêbûn. Serokwezîrê tirk Erdogan em li Hewlêrê ziyaret kirin. Ev pêngaveke dîrokî bû. Bereksê vê yekê kurd dê ji her kesê re bibin cîranên baş."
Barzanî li ser pirsa ji welatên Rojava çi dixwaze diyar kir ku ji bo têkoşîna bi terorê re hewceyê her tiştî ne.
Barzanî li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê dê kengî bê îlankirin, wiha axivî: "Demeke kurt beriya niha dema serxwebûn dihat axaftin, kesên ku qal dikirin dixistin girtîgehan. Lêbelê serxwebûn ne guneh e. Divê gelek kesên ku naxwazin vê yekê bibîhizin hînê vê yekê bibin. Serxwebûn mafê siruştiyê gelan e. Em berî ku serxwebûnê îlan bikin, em ê ji gelê xwe bipirsin."
Barzanî da zanîn ku di vê mijarê de ji bo ku referandûm bê kirin, ew bi parlementoya Kurdistanê re xebatan dikin. Barzanî got ku gelek şirketên rojavayî û yên tirkan li herêma Kurdistanê veberhênan kirin û îstîqrara siyasî û derfetên kar ên cazîp garantî kirin.