Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku serokê wê Mesûd Barzanî ye, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rojnameya Ozgur Gundemê, Ajansa Nûçeyan a Firatê der barê Mesûd Barzanî û PDKê de nûçe û senaoryoyên derew diweşîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li gor vê senaryoya derew, Azad Berwariyê ku Mesûd Barzanî wezîfedar kiriye di 1ê hezîranê de li Emmanê bi sunî û DÎŞIyê re hevdîtin kir ku Mûsil bê bidestxistin. Dema haya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî vê civînê çêbû, Malikî Îran agahdar kir ku ev plan bê xirabkirin. Em vê nûçeya derew ji serî heta binî qebûl nakin. Em her tim li hember terorîzmê sekinîn. Em îro jî, sibê jî hevkariya bi rêxistina terorê DÎŞIyê ya ku pêşmergeyan şehîd dike nakin. Ev buxtan zirarê dide serkêftinên herêma Kurdistanê."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"PKK û Cemîl Bayik ji bo dijminên Kurdistanê îqna bikin, buxtanan dikin. Gelo hûn bi fermana kîjan istixbarata welatî ve dijminatiya Barzanî û PDKyê dikin? Barzanî û PDKyê berpirsyariya neteweyî ya pîroz hildaye li ser milên xwe û têkoşîna vê didin. Gelo hûn ji kî re xizmetê dikin? Barzanî amadehiyan dike ku qedera Kurdistanê ya Iraqê bi referandumê ve diyar bike. Lê buxtanên ku di vê heyamê de tên kirin balkêş in."
Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku PKK û berpirsyarên PKKê bila dijminatiya PDKyê nekin û wiha hat gotin:
"Li hember têkoşîna azadiyê ya neteweyî ya Kurdistanê astengiyan dernexin. Derfetê nedin rêxistinên îstixbaratê yên ku kurdan hedef nîşan didin. Dev jî siyaseta ku yekîtiya gelê Kurdistanê xirab dike berdin. Di nav partiyên siyasî yên Kurdistanê de fesadiyê nekin."