01 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir ku meha çûyî li Sûriyeyê 246 sivîl bi destê komên dikevin pevçûnan hatin kuştin.
Di rapora SNHRyê da hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê 8 sal in şerê navxweyî lê dewam dike di sibata 2019an da 50 jê wan jin bi tevahî 246 sivîl bi destê komên dikevin pevçûnan hatin kuştin.
Di rapora SNHRyê da hat diyarkirin ku rejima Beşar Esed meha borî 31 jê wan zarok, 17ê wan jin bi tevahî 108 sivîl kuştin, YPG/PKKya rêxistina terorê ya navê HSDyê bi kar tîne jî 4ê wan jin, 4ê wan zarok bi tevahî 18 sivîl kuştin.
Dîsa di raporê da hat gotin ku koalisyona dijî DEAŞê ya di pêşîkêşiya Amerîkayê da jî 4ê wan zarok, 4ê wan jin bi tevahî 17 sivîl, DEAŞa rêxistina terorê 2yê wan zarok, 3yê wan jin 21 sivîl kuştin.
Di raporê da hat diyarkirin ku komên çekdar ên dijî rejimê û mixalifan jî 2yê wan zarok 5 sivîl, kesên nayê zanîn kî ne jî 11ê wan zarok, 22yê wan jin bi tevahî 77 sivîl kuştin.
Hat destnîşankirin ku di nav kuştiyan da 5 xebatkarên tenduristiyê hene û rejimê 3 kes, hêzên koalisyonê kesek û kesên nediyar jî kesek kuştin.
- Ji êşkenceyê 29 kes hatin kuştin
Li gor rapora SNHRyê meha çûyî 29 kes di êşkenceyê da hatin kuştin.
Li gor vê hêzên rejimê 26, mixalifên eskerî kesek, YPG/PKKya rêxistina terorê kesek, komên nediyar jî kesek bi êşkenceyê kuştin.