26 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li avahiya serokatiyê ya li Salahaddîna bajaroka Hewlêrê bi nûnerên partiyên siyasî yên ku di nav hikûmetê de cî digirin re hatin bal hev.
Li ser daweta Barzanî, Nêçîrvan Barzaniyê Arîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Berpirsyarê Polîtburoya PDKyê Fazil Mîranî û Endamê Polîtburoyê Mehmûd Mihemed, ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arîkarê Serokwezîr Qubad Talabanî, Arîkarê 1emîn ê Sekreterê Giştî Kosret Resûl, Endamê Polîtburoyê Mele Bextiyar, ji Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Sekreterê Giştî Mihemed Fereç beşdarî civînê bûn.
Tevgera Goran a ku serkêşiya mixalefetê dike û Partiya Civaka Îslamî (Komela) jî nexwestin ku beşdarî civînê bibin. Civîn ji bo çapemeniyê girtî bû û bi qasî 5 saetan berdewam kir.
Ji ser ofîsa Barzanî daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku di civînê de alî li ser mijarên qeyrana seroaktiyê ya li herêmê, çareserkirina pirsgirêka di navbera Hewlêr-Bexdayê de, başkirina qeyrana aboriyê û hin mijarên girîng ên ji bo refarandûmeke muxtemel sekinîn.
Di daxuyaniyê de cî dan nêrînên Barzanî û Barzanî wiha axivî: "Divê her kes pirsgirêk û qeyrana li herêmê bide ber çav û bi berpirsyarî tevbigere û mijara serokatiya herêmê jî divê alî bêyî ku bikevin nav berberiyeke siyasî çareser bikin."
Der barê hin biryarên ku di civînê de hatin girtin ev hatin gotin:
"Aliyên ku beşdarî civînê bûn dê piştgiriyê bidin pêvajoya referandumê ya ku dê bê kirin û ji bo ku ev pêvajo bi serkeftî bigihêje encamê ji bo ku yekdengiya neteweyî bê bidestxistin dê xebat bê kirin. Pêkanîna yekdengiya neteweyî ya ku tê qalkirin jî helbet ji yekîtiya kurdan a navxweyî û ewlehiya di navbera aliyên siyasî û gelê Kurdistanê de derbas dibe. Aliyên siyasî ji bo ku gelê Kurdistanê dahatûya xwe bi xwe diyar bike û vê biryarê ragihîne dinyayê li hev dikin ku vê derfetê pêşkêşî gel bikin. Biryar dan ji bo ku parlemento û hikûmetê aktîftir bikin, pirsgirêka serokatiya herêmê çareser bikin û referandûmê verast bikin komîteteyek bê avakirin. Divê komîteya navborî hemû xebatên xwe wekî raporekî di civîneke din de pêşkêşî aliyan bike."
Dan zanîn ku di civînê de her wiha der barê Herêma Kurdistanê nebe parçeyeke pevçûnên li herêmê û piştgirîdayîna pêvajoya reformê ya ku dê hikûmet ji bo ku mehaneyên karmendan bêkêmasî bê dayîn biryar hatin girtin.