Partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl li hemberî zordestiya PKKya rêxistina terorê ya li ser gel, bertek nîşan da. Rêxistina terorê li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo gel di hilbijartinên giştî yê 7ê hezîranê de bi azadiya xwe tevnegere zordestiyê dike.
Parlementerê Batmanê yê AK Partiyê Zîver Ozdemir got ku komisyonên îqnakirinê yên ku HDPyê avakiriye li ser hilbijêran zordestiyê dikin.
Ozdemir got ku ew komên bi navê "komîsyonên îqnakirinê" yên ku hatine avakirin li gel zilm û zorê dikin, heta li gund û bajarokan bi çek gefan li gel dixwin.
Ozdemir wiha axivî: "Hin kes him li gund û bajarokan him jî li taxên me digerin, dibêjin 'em anket dikin, gelo we hilbijartina borî reya xwe da kîjan partî?' Heke ji bilî HDPyê navê partiyeke din bibîhîzin dibêjin 'baş e me navê we qeyd kir, heke HDP bendê derbas neke hûnê bibînin. We bûyerên 6 û 7ê kewçerê dîtin, em ê dîsa bikevin kuçe û kolanan û hemû derî tarûmar bikin.' Tê ji me re dibêjin ku ew kes li esnafan jî gefan dixwun. Herwiha li gor agahiyan nameyên bi damgaya HPGyê ji hin cihan re şandine û gotine heke HDP bendê derbas neke em ê hesabê vê yekê ji we bikin."
-Hefteya dawî dê zilm û zordestî xurttir bibe
Dogrû got ku li gor bajêran li gund û bajarokan zilm û zordestî zêdetir tê kirin û wiha axivî: "Di demên dawî de zilma li ser hilbijêran zêdetir kirin. Ev jî nîşan dide ku HDP ditirse ku benda hilbijartinê derbas neke. Herwiha dê van çend rojên dawîn ev dewam bike. Lê tirsa me ew e ku serî li rêyên dijwartir bidin."
-Li Şernaxê çewisandin û gef lê xwarin zêde bû
Serokê Navçeya Şernaxê yê AK Partiyê Cîhan Bîrlîk got ku ji ber geflêdanên PKKyê ev demeke dirêj e ku gelê herêmê nikare bi îradeya xwe tevbigere û li gor îradeya xwe biryar bide.
Bîrlîk got: "Em hêvî dikin ku ev zordestî û çewisandin ji holê rabe. Daxwaza me ew eku hemû gelê herêmê bi vîna xwe tevbigere û li gor vê reya xwe bide. Li Cizîr û Silopiyê bi ser gel ve diçin, gefan li gel dixwin. Dibêjin neçin ser sandiqan. Em van hemû tevgerên wan şermezar dikin."
-Esnafan bi nameyan tehdît dikin
Serokbajarê HUDA-PARê yê Şirnexê Abdullah Kilinç jî wiha axivî: "Di demên dawî de ji esnafên me yên herêmê re zêdetirî 400 nameyên tehdîdê şandine. Esnafên herêmê tirsandine. Me ji wan ev name xwestin lê name nedan me û me soz da wan da ku em navê wan ji kesî re nebêjin."
Serokê Nûh Egîtîm-Derê Nûrettîn Tatar got ku taybetiya hilbijartinê ew e ku hilbijêr bi îradeya xwe dengê xwe bidin; lêbelê li Şirnexê gefan li gel dixwun û wiha xeberda: "Divê ew dev ji vê tevgera xwe ya şaş berdin. Ma ew dikarin gel bi gefxwarinan kontrol bikin? Divê hemû alî karibin di qadeke azad de propogandaya xwe ya siyasî bikin. Divê partî bi proje û îcraetên xwe gel qanî bikin. Ev rêyên ku ew serî lê didin şaş in."
-Heke hûn dengê xwe bidin AK Partiyê dê aqûbeta muxtar Mistefa bê serê we
Namzedê parlementeriyê yê AK Partiyê yê Sêrtê Alî Îlbaş got ku li Sêrtê berî hilbijartinê nameyên geflêxwarinê yên rêxistina terorê li gundan hatin belavkirin.
Îlbaş got ku ji gundparêzên herêmê re nameyan dişînin da ku çek deynin, ji wan re dibêjin heke hûn çek daneynin dê hûn jî wek Mustafa Tûrhan muxtarê Baggozuyê bên kuştin. Îlbaş destnîşan kir ku hin gundiyan ji ber vê yekê serî li serdozgeriya da û gilîdar bûn.
Îlbaş wiha dewam kir: "Dema em diçin ziyareta gunda ji me re dibêjin neyên herêmê dema ku hûn tê herêmê gefan li me dixwun û me aciz dikin. Em hemû bi hev re dibînin ku di qadeke wiha de hilbijartinek demokratîk nayê kirin. Em vê bi raya giştî re parve dikin. Em îro jî xwe ji bo hilbijartineke demokratîk amade dikin. Em jî di qadeke wiha de siyasetê dikin."