Ji hin partiyên siyasî yên ku wê beşdarî hilbijartina giştî ya di 7ê hezîranê de bibin ji niha ve dest bi amadehiya kir.
AK Partî ji bo eşkerekirina namzedên parlementeriyê yên ku wê beşdarî hilbijartina giştî bibin, bi awayekî hûr û kûr xebatên xwe didomîne.
Di AK Partiyê de serlêdanên ji bo bernamzediyê îro dest pê kir û heta 20ê sibatê wê bidome. Ji bo bernamzediyê serlêdan yan divê li Navenda Giştî bê kirin û yan jî Serokatiyên bajaran.
Ji bo bernamzediya parlementeriyê ji mêran 5 hezar û ji jinan jî 2 hezar û 500 lîre pere tê xwestin lê heman muamele li bernamzedên astengdar nayê kirin.
Li gor salnameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) partiyên siyasî heta 14ê adarê ji kîjan herêma hilbijartinê kê wek namzed nîşan dabin divê wê agahiyê ji LHByê re bişînin. Heta 7ê nîsanê lazim e ku hemû partiyên siyasî lîsteya xwe ya namzedên parlementeriyê teslîm bikin.
AK Partî di serî de hemû partiyên ku tevlî hilbijartinê bibin li gor vê wextê ji xwe re bernameyê derdixin.
Di MHPyê de serlêdanên bernamzediya parlementeriyê di navbera 12-18ê adarê de dê bên qebûlkirin. Di daxuyaniya ku ji hêla Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Oktay Ozturk hat kirin de hat gotin ku di civîna Lijneya Birêvebirinê ya Navendî de ji bo serlêdanên bernamzediyê ya parlementeriyê biryar hat dayîn ku serlêdan di 12ê adarê saet di 09.00an de dest pê dike û heta 19ê adarê saet 17.00an wê bidome.
- HDP jî hefteya pêş me serlêdanan qebûl dike
HDPya ku biryar hilda wê wek partî tevlî hilbijartinê bibin jî serlêdanên bernamzediyê di navbera 16ê sibatê û 2yê adarê de wê qebûl bike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda HDPya ku kongreyên xwe yên navçe û bajaran bi dawî kir niha jî ji bo hilbijartina giştî xebatên xwe zêde kir.