Nihat Kavşut
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
PARÎS
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir wê dev ji "referanduma serxwebûnê" bernedin.
Barzanî daxuyanî da televizyona France 24ê û destnîşan kir li Herêma Kurdistanê wê di 25ê Îlonê da "referanduma serxwebûnê" bê çêkirin.
Mesûd Barzanî li ser pirsa "Hûn çima niha diçin ser sandoqê û referandumê dikin?" wiha got: "Em çima niha nekin? Referanduma serxwebûnê gelek caran hat taloqkirin. Heger em bibêjin bila pirsgirêk ji holê rabin, li herêmê îstiqrar çêbe wê çaxê îhtimaleke mezin em ê zehf bisekinin. Bi vî awayî îhtimaleke mezin em ê nikaribin ji bo referandumê demê eşkere bikin."
Barzanî li ser pirsa "Gelo wê referanduma serxwebûnê bê betalkirin yan jî taloqkirin?" wiha xeberda: "Ev biryar paşva nayê kişandin. Ev biryar hatiye dayîn. Referanduma serxwebûnê wê di 25ê Îlonê da bê kirin."
Mesûd Barzanî li ser pirsa "Dewletên cînar yên wekî Tirkiye û Îran, hevalbend û mutefîqên wekî DYA û Yekîtiya Ewropayê (YE) bertekên neyînî nîşanî biryara referandumê dan, hûn der heqê vê da çi dibêjin?" destnîşan kir tu kes li dijî çêkirina referandumê dernakeve, tenê fikar û metirsiyên xwe yê ji bo piştî 25ê Îlonê dibêjin û wiha dewam kir: "Rewşa heyî ya di navbera hikûmeta herêmî û hikûmeta navendî da êdî dewam nake. Ji bo herêm nebe gola xwînê çi bikeve ser milê me divê em bikin. Heger li derekê şer hebe wê şerekî mezin be."
Barzanî lir pirsa "Di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê da yan jî bi Heşdî Şebiyê ra wê şer dekeve?" wiha axivî: "Ez nikarim vê bibêjim. Têkiliyên me yên bi Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ra baş in. Em li ser mijaran bi hev dişêwirin."
Mesûd Barzanî der barê mijara li herêmê hebûna hêzên biyanî da diyar kir piştî rizgarkirina Mûsilê divê li herêmê hêzên çekdar hebin.
Barzanî li ser pirsa "Piştî referandumê wê hilbijartina serokatî û meclisê hebe, hûn ê bibin namzed yan na?" wiha got: "Ez ê di hilbijartinên bê da nebim namzed."