Piştî daxuyaniya Serokê HKIyê Mesûd Barzanî ya wekî "Em ê li herêmên bi pirsgirêk referendûmê bikin" yek ji cihên ku bala mirovan ketin serê jî Tûzxûrmatûya ku nifûsê wê 200 hezar e. Qaymeqamê Tûzxûrmatûya navçeya bajarê Selahaddînê Şelal Ebdûl ji nûçegihanê AAyê re da zanîn ka dê di referandûmê de helwesteke çawa nîşan bidin.
Ebdûl diyar kir ku di refernadûma ku dê dahatuiya wan diyar bike de dê li gor helwesta kurdan biryarê bidin û wiha axivî: "Tûzxûrmatû li gor madeya 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê wekî herêma bi pirsgirêk tê binavkirin. Dê bi referandûmê bê diyarkrin ka Tûzxûrmatû dê bi Herêma Kurdistanê an bi hikûmeta Bexdayê ve bê girêdan. Heke hikûmeta Kurdistanê plansaziyeke cidî bike û arîkarî û xizmeta ku em hewce ne bike, em ê bixwazin ku tevî Kurdistanê bin. Em girêdayî bajarê Selahaddînê ne lê di rewşeke wiha de em ê bixwazin ku derbasî birêvebiriya Kerkûka di bin kontrola pêşmergeyan de bin."
Ebdûl diyar kir ku heke hêzên pêşmergeyan ji herêmê derkevin dê ew bikevin rewşeke gelek dijwar û destnîşan kir ku divê di çarçoveya madeya 140emîn de referandûm demildest bê kirin.
Ebdûl got piştî ku kontrola navçeyê ket destê pêşmergeyan li navçeyê êrîşên bibombe çênabin û wiha axivî: "Dema ku kontrola navçeyê di destê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta navendî ya Bexdayê de bû, li navçeya me gelek caran teqîn çêdibûn. Pişît ku pêşmergeyan kontrol bi dest xist, dawî li êrîşên terorê hat."
Ebdûl da zanîn ku dûrahiya di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê de heta 700 metroyan kêm bû û got ku gelê Tûzxûrmatûyê li hember êrîşeke muhtemel bi pêşmergeyan re di teyaqûzê de ye.
Ebdûl got ku gelê bajaroka Amîrliya ku nifûsê wê 50 hezar e û girêdayî Tûzxûrmatûyê ye, ji ber dorpêçkirina DÎŞIyê rojên dijwar derbas dike û wiha axivî: "Rewşa gelê bajarokê agir berdide dilê mirov. Milîtanên DÎŞIyê bajarok dorpêç kirine, destûrê nadin ketin û derketinan. Hikûmeta navendî bi arîkariya hêzên pêşmerge û bi firokeyan bi rêyên qaçax arîkarîyê ji gel re dişîne. Mirov gelekî bi fikar in."
Li navçeya Tûzxûrmatûyê kurd, ereb û tirkmen bi hev re dijîn.