08 Nîsan 2016•Rojanekirin: 09 Nîsan 2016
ANKARA/HALEP
Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da mixalifên rûnerm Çobanbeya li bakurê Helebê ya ku di destê DAEŞê da bû paşda sitandin û ji bo ku ber bi çemê Feratê bêşdaçûyîna xwe bidomînin amadehiyan dikin.
Mixalif li herêma ku wek herêma ewledar hatibû avakirin a li bakurê Sûriyeyê li dijî DAEŞê peşdaçûyîna xwe didomînin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, mixalifan do bi şev gundê Çobanbeya ku 60 kîlometre dûrî Cerablûsê ye ji DAEŞê sitandin.
Peyra mixalifa alayên DAEŞê yên li navenda bajarokê daxistin. Lê belê ji ber ku li ser alayan kelîmeya tewhîdê hebû mixalifan bi baldarî qat kirin.
Beriya vê jî PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê li herêmên ku ji DAEŞê bi dest xistibû ev alayana avêtibûn erdê û pêpes kiribûn. Endamekî PYDê di hezîrana 2006an da dema ku Tel Ebyad bi dest xistibûn alaya DAEŞê avêtibû erdê pêlê kiribû û bi vî awayî wêne kişandibû, ev wêne jî di çapemeniyê da hatibû parvekirin.
Lîwayên Siltan Murad û Mutasim yên ku di bin banê ASAyê da ne, lîwayên Feylaq eş-Şam û Ehrarûş Şamê di operasyona Çobanbeyê da cî girtin û hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da ji hewayê piştgirî dan.
Mixalifan di hefteya borî da gundên Tel Batal Kemaliye, Kasacik, Tel Şaîr, Dudyan, Marxel, Hazel û Yan Yabanê yên ku di navbera Ezez û Cerablûsê da ne û Çifliga Şahîn ji destê DAEŞê xilas kiribûn.
Çavkaniyên mixalif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kirin ku ewê bi Çobanbeyê nemînin ber bi Cerablûsa li rojavayê çemê Ferat pêşda herin û ji bo vê amadehiyan dikin.