Ahmet Dursun
12 Nîsan 2025•Rojanekirin: 13 Nîsan 2025
Mizakereyên nerasterast ên di navbera Îran û DYAyê da li Umanê destpê kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Komara Îslamî ya Îranê Îsmaîl Beqayî di peyama xwe ya li ser hesabê medyaya civakî Xê da got, "Hevdîtinên nerasterast di navbera Wezîrê Karên Derva Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump yê berpirsê ji karûbarê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, bi navgîniya Wezîrê Karên Derva yê Umanê Bedir Bûseîdî destpê kirin."
Beqayî ragihand ku di hevdîtînan da odeyên cuda ji bo heyetên Îran û DYAyê veqetandine û ewê Wezîrê Karên Derva yê Umanê Bûseîdî di navbera herdu aliyan da peyaman bibe û bîne.