Haydar Şahin
15 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2018
MÛSIL
Nadîa Murada (25) ku DEAŞa rêxistian terorê revandibû û bi mehan di destê rêxistinê da mabû diyar kir ku ew ê bi pereyê ku ji Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kiriye li Şengala navçeya Mûsilê nexweşxaneyekê ava bike.
Muradê di çarçoveya ziyareta Iraqê fa li Bexdayê û Hewlêrê têkilî danîn. Nadîa Murad paşê jî hat Şengala ku lê hatibû dinyayê û jiyana xwe lê dewam kiribû.
Nadîa Murad li navenda navçeyê bi Êzdiyan ra hat ba hev, li vê derê daxuyaniyeke kurt da û got, "Ezê bi pereyê ku min ji Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kiriye ji bo jinên bî û jinên rastî destdirêjiya DEAŞê hatine werin dermankirin li Şengala nexweşxaneyekê ava bikim."
Ji ber ku projeya nexweşxaneyê tesdîq kirin Muradê ji hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ra sipas kir û diyar kir ku ji bo nexweşxaneyê ava bikin ew ê di demeke kin da bi rêxistinên mirovahiyê ra têkiliyê daynin.
Di 10ê berfanbarê da li Stockholma paytextê Swêdê Xelata Aştiyê ya Nobelê û milyonek dolar pere dabûn Muradê.
DEAŞa rêxistina terorê di 3yê tebaxa 2014an da êrîşî Şengalê ku bi piranî Êzdî lê dijîn kiribû, gelek jin û zarên qîzîn dîl girtibû. Murad jî di nav wan jinên Êzdî da bû.