03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
ANKARA
Nûnerên siyasî û eskerî yên muxalefeta Sûriyê, ji bo haziriya civîna Cenevreyê ku biryar e vê mehê were kirin hatin Enqereyê
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin wergirtin wê nûnerên eskerî û siyasî yên muxalefeta Sûriyê ji bo nirxandina civînên Cenevreyê beşdarî kombûneke li Wezareta Derve ya Tirkiyê were kirin bibin.
Di kombûnê de wê Serokê Komîteya Bilind a Muzakereyan Riyad Hîcab, Serokê Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyê Enes Ebde, nûnerên beşdarê civîna Astanayê, rêxistina Kurdan ENSK û Tirkmen jî amade bin.