Elif Orhan
07 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Varşovaya paytextê Polonyayê ya ku dê lê beşdarî Lûtkeya Serokên Hikûmetê be li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê bersiva pirsên rojnamevanan ên der heqê rojevê de da.
Erdogan got ku "Hefteyên borî li Stenbolê, pişt re jî li Iraq û Erebistana Siûdî êrîşên terorê qewimîn, wekî ku me di van êrîşan de dît ewlehiya navneteweyî her ku diçe rewşekî hesastir digire. Ev rewş ne tenê pirsgirêkekî lokal a ku tesîrê ser çend welatên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dike nîne. Bereksê wê mijarekî wisa gerdûnî ye ku hemû welêt û hemû tesîr di bin tesîra wê de dimîne. Her wiha çalakiyên terorê yên ku li Fransa, Belçîka, Tûnis, Misr û Dewletên Yekbûyî qewimîn li ku dibin bila bibin, çiqas pêş bikevin bila bikevin nîşan da ku tu welat nikarin derveyî vê pêvajoyê bimînin."
- "Em li bendê ne ku NATO bêtir hewl bide"
Erdogan da zanîn ku îro digel tehdîdên klasîk bi ezmûnên ewlehiyê yên nû yên ku rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ, El Qaîde, PYD, PKK û YPG rû bi rû mane û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Qeyrana penaberan û hereketên koçê tesîrê hemû dinyayê dikin. Êrîşên sîber, nexweşiyên şofî, bêîstiqrariyên herêmî tesîrê welatên ku ji aliyê erdnîgariyê ve mane tenê dike. Di mahiyeta têgeha tehdîda ewlehiyê guherînekî gelek mezin çêbû. Di vê pêvajoyê de divê NATO aktîftir be û hember tehdîdên nû xwe nû bike. Ji bo berdewama îstiqrara gerdûnî û hevsenga hêzê, ji bo ku piştevaniya îtifaqê berdewam bike û pêximkeriya wê tehkîm bike. Em li bendê ne ku NATO li hember geşedanên ku tesîreke neyinî li ser ewlehiya Tirkiyeyê dike bêtir hewl bide."
- Mijara hevdîtina bi Pûtîn re
Rojnamevanekî pirsa "We gotibû dibe ku em beriya G20î bi Pûtînê Serokdewletê Rûsyayê re bên bal hev. Gelo der heqê vê yekê de dîrokekî diyar heye?" kir. Li ser vê yekê Erdogan diyar kir ku niha wextekî diyar tune û wiha axivî: "Wezareta me yê Karên Derve dualî pêvajoyê dişopînin. Lê belê dawiya vê mehê wekî tebaxê bê plankirin. Jixwe piştî ku teqez bû dê bê îlankirin."
- "Ne mimkûn e ku em hember jiholêrabûna welatekî kevnar çavê xwe bigirin"
Serokomar Erdogan li ser pirsa "Gelo der heqê Zîrveya NATOyê der heqê Sûriyeyê û têkoşîna dijî DAEŞê de tu hêviyên we yên taybet hene? Gelo hûn plan dikin ku di hevdîtinên xwe yên dualî de vê mijarê bînin rojevê?" wiha axivî: "Bêguman ku hem ji aliyê sînor ve hem jî ji aliyê Sûriyeyê ve hem jî der heqê têkiliyên Iraqê de tehdeya tehdîdê ya bi rêxistinên terorê yên melûm re berdewam dike."
Erdogan bal kişand ku di zîrveyê de hem yên li Iraqê hem jî dualî yên ku dê geşedanên li Sûriyeyê bê kirin de hem jî di nav rojevê de mijarên ku divê li serê bisekinin hene û wiha axivî:
"Ne mimkûn e ku em vê yekê biçûk bibînin. Tenê bi Sûriyeyê re pêvajoyeke ku ev 6 sal in brdewam dike heye. Di nav van 6 salan de li Sûriyeyê nêzî 600 hezarî mirov hatine kuştin. Sûriyeyekî ku hema bêje dê ji dîrokê bê paqijkirin ji nexwaşiyê bê paqijkirin ve diçe heye. Ne mimkûn e ku em hember jiholêrabûna welatekî kevnar çavê xwe bigirin."