23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
MÛSIL
Li Qeyyaraya bajaroka Mûsilê ev 4 meh in ji ber ku teknolojiya pêşketî tune nikarin şewata li bîrên neftê yên ku DEAŞê agir bi wan xist bitefînin
Li bajaroka Qeyyarayê ji bo tefandina şewata li herêma ku lê 10 bîrên neftê hene ekîbên agirkujiyê xebatan berdewam dikin.
Şewata neftê neftê çendî milyon dolar zirar da Iraqê û di heman demê de tesîreke neyinî jî li ser gelê bajarokê dike. Ji ber şewatê li ser bajarokê ewrên reş derketin. Ji ber ku niştecihên bajarokê hilma karbondîoksîtê dikşînin bi taybetî tendurîstiya zarokan di bin xetereyê de ye. Gelê herêmê di van demên dawîn de herî zêde ji bêhnçikandinê aciz e.
Milîtanên DEAŞê di 24ê tebaxê de bajarok terikandibûn û agir bi 10 bîrên neftê yên ku ji bo aboriya Iraqê gelekî girîng in xistibûn.