Balafira kargoyê ya ku ji bo penaberên iraqî 60 ton alîkariya mirovahiyê lê bar e, hat Hewlêrê. Alîkarî ji aliyê Amerîkayê ve hat şandin.
Balafirê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê danî û tê gotin ku 60 ton alîkariya mirovahî li balafirê bar e. Li gor agahiyan alîkarî ji 3 hezar pakêt xida, 6 hezar galon av, 12 hezar betanî û pêdiviyên din pêk tê.
Ji bo pêşwaziya balafirê merasim hat lidarxistin û Serkonsolosê Hewlêrê yê DYAyê Joseph Pennington jî beşdar bû. Pennington ragihand ku alîkarî dê di demeke kurt de bigihîje malbatên mexdûr.
Pennington got ku DYAyê di 2014an de 138 milyon dolar alîkariya mirovahiyê da Iraqê û diyar kir ku ev alîkarî wê ji bo penaberan bidome.