İbrahim Atmaca
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
MUNÎH
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kir, divê Îran biryardariya Îsraîlê neceribîne.
Netanyahu li Munîhê beşdarî 54emîn Konferansa Ewlehiyê ya Navneteweyî bû û tê da axivî û Îran rexne kir.
Netanyahu cara ewil e beşdarî konferansê bû û perçeyek wesayîta bêmeriv ya ku Îranê xist nîşan da û ji Îranê ra wiha got, "Biryardariya Îsraîlê neceribînin."
Netanyahu îdia kir ku armanca Îranê têkbirina dewleta cihûyan e, Îran bi piştgiriya ku dide terorîzmê va dixwaze hakimiyeta xwe zêde bike û got ku Îran "îro ji bo dinyayê tehdîta herî mezin e."
Netanyahu destnîşan kir ku xetên sor ên Îsraîlê hene, divê ev neyên ceribandin û diyar kir ku heke ku Îran zirarê bide Îsraîlê, ew ê midaxaleyî Îranê bikin.
Netanyahu Cewaz Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê wek "kesekî ku derewên xwed dibêje" pênase kir û got ku li Sûriyeyê heke Rejima Esed destûrê bide ku artêşa Îranê têkeve wêlêt, ew ê pozîsyona xwe biguherînin.