18 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
ÎDLIB
Li herêmên ku di çarçoveya Operasyona Çiqla Zeytûnê da ji PYD/PKKya rêxistina terorê tên safîkirin, gel ji Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û yekîneyên Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) kêfxweş in û dibêjin ku rêxistinê bi zorê çek dan destê zarokên keçik ên malbatên Ereban jî.
Yekîneyên TSK û ASAyê li gundên ku rêxistinên terorê jê tên safîkirin, asayîşa sivîlan pêk tînin.
Li gundê Dêra Balûtê ya li ser beldeya Cindirêsa Efrînê gel ji AAyê ra qala zilma PYD/PKKê kirin.
Ji şêniyên gund Helîme el Mensûrê got, "Ji her malbatê kesek mecbûr e ku beşdarî wan (PYD/PKK) bibe, heke ku mêr tunebin, şûna wî keçeke malbatê mecbûr e ku tevlî wan bibe. Em naxwazin keçên xwe bidin, lê ew zorê didin me."
Mensûrê diyar kir ku PYD/PKK bi darê zorê merivan tevî rêxistinê dikin, ev gelê herêmê dixe tengasiyê û got ku piştî ASA ket gund, ew rehet bûn.
Ji gundiyan Mihemed Allûş jî got ku PYD/PKK bi tu awayî qedr û qîmetê nade wan, ji bo tevlêbûna rêxistinê zextê dide ser wan.
Mihemed wiha axivî: "Me nikaribû em li ber PKKê fikrên xwe bibêjin, dema ku ASA hat, bi me ra pir eleqedar bûn. Vê gavê rewşa me pir baş e."
- "PKKê bi zorê zarokên me dikirin bin çekê"
Fatima Helebiya 65 salî û ji gundê Dêra Balûtê jî wiha got: "Dema ku operasyonê dest pê kir, pir bi şîdet bû. Em di serî da pir tirsiyan. Me xwe di mal da veşart. Dema ku ASA hat zarokên me bang kirin û gotin 'Em sivîl in.' Ez eşkere bêjim ku wê demê çokên min dilerizîn, lê ASA pir baş bi me ra eleqedar bû."
Helebiyê diyar kir, ji ber ku ew Ereb in rêxistinê ji wan hez nedikir û wiha dewam kir, "Ji bo ku me tevlî sefên xwe bikin, timî zext û zordarî li me dikirin. Vê gavê rewşa me li gor berê pir xweş e. Xwedê ji kesên ku bû sebeba vê rewşa me ya baş razî be."
Helebiyê wiha dewam kir: "Tu yê mecbûrî ji wan ra (PYD/PKK) xizmetê bikî, ji ber ku tu li vê derê dijî mecbûr î ku bacê bidî wan. Ji her malbatê kesek mecbûr e ku beşdarî wan bibe, mêr hebe mêr, tunebe mecbûr keç wê beşdar bibe. Em naxwazin keçên xwe bidin. ASA bi me ra pir baş eleqedar bû. Xwedê ji wan razî be, em netirsandin, pir baş bûn. Em tenê dema operasyonê tirsiyabûn."
Ji gundiyan Ebû Huzeyfe jî wiha got: "PKKê bi zorê zarokên me dikirin bin sîlahê. Bela sebep sivîlên me davêtin hebsê. Heq hat batil winda bû, lewra Xwedê ligel kesên mafdar e."