Önder Beyter
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
QAHIRE
Teşkilata Birayên Misilman (Îxwan) a li Misrê daxuyand ku helwesta wan, guherîna aştîyane ye û eleqeyeke komên ku di vê nêrînê da nînin bi wan ra tuneye.
Di daxuyaniya li ser hesabê teşkilatê yê medyaya civakî da hat destnîşankirin ku helwesta wan, guherîna aştîyane ye û tu eleqeyeke komên ku di vê nêrînê da nînin bi wan ra tuneye.
Di daxuyaniyê de herwiha rûxandina Serokomarê Misrê Mihemed Mûrsî ku li Misrê cara yekemîn bê rêyên demokratîk wekî serokomar hatibû hilbijartin û salek şûnda di 2013an da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, hat redkirin.
Rêveberiya Misrê di demên dawîn da Îxwanê bi "tehrîk û pêkanîna bûyerên şidetê" va tawanbar dike û der heqê gelek endamên teşkilatê da dozan vedike.