Mücahit Oktay
22 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2022
Ji ofîsa Berdevkiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyanî hat dayîn û êrîşa li Zaxoya navçeya Duhokê ya Herêma Kurdistanê hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya ji ser malpera ofîsa NYê da wiha hat gotin: "Sekreterê Giştî êrîşa kujer a topbarandinê ya ku duh li Zaxoya navçeya Walîtiya Duhoka ser Herêma Kurdistanê qewimî û tê da 8 sivîl hatin kuştin û 23 kes jî birîndar bûn, şermezar kir."
Roja çarşemê li Zaxoya navçeya Duhokê li ber keviya çemekî êrîş hatibû kirin û 9 sivîl hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.