Selen Temizer
22 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2022
Yekîtiya Ewropayê (YE) êrîşa ku li Zaxoya navçeya wilayeta Dihokê bû sedema mirina sivîlan şermezar kir.
Di daxuyaniya ku ji ofîsa Josep Borrellê Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlehiyê û Karên Derva yê YEyê hat dayîn da hat diyarkirin ku hedef girtina sivîlan dijî hiqûqa navneteweyî ye û bang kirin ku der barê bûyerê da lêpirsîn bê kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku YE bi gelê Iraqê ra di nav piştevaniyê da ye.
- Tirkiyeyê êrîş şermezar kir
Di daxuyaniya nivîskî ya ku piştî êrîşê ji hêla Wezareta Karên Derva hat dayîn da jî êrîşa ku bû sedema mirina sivîlan hatibû şermezarkirin.
Di daxuyaniyê da hatibû diyarkirin ku Tirkiye dijî her cure êrîşan e ku sivîlan hedef digirin û wiha hatibû gotin: "Bi êrîşên wekî vê êrîşê ya tê nirxandin ku ji destê rêxistina terorê ye helwesta biryardar û mafdar a welatê me ya di têkoşîna dijî terorê da tê hedef girtin."
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê da hî herwiha bangî rayedarên Iraqî kiribûn ku "bila di bin bandora gotin û propagandayên rêxistina terorê nemînin ê daxuyaniyên bin bandora wan da nedin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê da jî ev gotibûn:
"Ez cardin ji bo 9 birayên me yên ku wefat kirin ji Xwedê rehmê dixwazim. Ji bo birîndaran şifayê dixwazin. Der barê vê êrîşê da xeberên ku Tirkiyeyê sûcdar dikin û reş dikin jî derketin. Me di daxuyaniya xwe da bi eşkere vê yekê derewand. Hemû dinya dizane ku Tirkiyeyê tu caran êrîşî sivîlan nekiriye. Em li gor hiqûqa navneteweyî têkoşîna xwe ya dijî terorê didomînin. Duh hema çawa ev nûçe belav bûn me bi saziyên xwe yên bi vê mijarê ra eleqedar in ra şêwra xwe kir, agahiyan parve kir. Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên Artêşa Tirkiyeyê hildaye dijî sivîlan tu êrîş nehatine kirin."
Duh li Zaxoya navçeya wilayeta Dihokê di êrîşa ku li kêleka çemekî hat kirin da 9 kes hatibûn kuştin, gelek kes jî birîndar bibûn.