09 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ofîsa Kordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) daxuyand ku ji ber êrîş û pevçûnên giran ên li Heleba bajarê Sûriyeyê 300 hezar mirov asê mane û ew ji ber vê bi fikar in.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Farhan Faq daxuyand OCHA ji ber asêmayîna 300 hezar kesên li Helebê bi fikar e.
Haq got ku di hefteyên dawîn de pevçûn li herêmên ku hatine dorpeçkirin her diçe zêde dibe û ev jî dibe sedem ku sivîl bimrin û birîndar bibin.
Haq anî ziman ku her tim xeberên bombebarandinê û pevçûnên giran tên û wiha dewam kir: "Li ser rêya Castelloyê ya ku tekane rê ye ku mirov bikevin bajêr û derkevin pevçûn dewam dikin. Gelê sivîl asê maye, şerê giran nahêle ku alîkarî bigihêje mirovan."