Elif Orhan
08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2016
VARŞOVA
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê eşkere kir ku dê di cotmehê de li ser mijara dê kapasîteya hebûna eskerî ya NATOyê ya li Behra Reş bê zêdekirin an na, bisekinin.
Stoltenberg piştî rûniştinên ku di roja ewil a Zîrveya Serokên Hikûmet û Dewletan ya NATOyê ya ku li Varşovaya paytextê Polonyayê tê kirin civîna çapemeniyê li dar xist.
Stoltenberg got ku mewcudiyeta Hêza Muqabeleyê ya NATOyê 3 qat hat zêdekirin û derxistin 40 hezar eskerî û diyar kir ku di heyamên dawîn de li rojhilatê îtifaqê 8 navendên nû hatin avakirin û parastina hewayê ya Tirkiyeya ku herî zêde di bin tesîra qeyranên li başûr maye xurt kirin.
Stoltenberg bal kişand ku di zîrveyê de biryar dan ku hebûna eskerî ya NATOyê ya li Ewropaya Rojhilat zêde bikin û got ku dê li Letonya, Lîtvanya, Estonya û Polonyayê yekîneyên eskerî yên pirnetewe bi cî bikin.
Stoltenberg got ku li gor rotasyonê di yekîneyên pirnetewe yên ku dê sala bê li Ewropaya Rojhilat bi cî bikin de dê Kanada, Letonya, Almanya li Lîtvanyayê; Qraliyeta Yekbûyî dê li Estonyayê û DYA jî dê li Polonyayê rola serkêş bilîzîn.
Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê eşkere kir ku dê di cotmehê di civîna wezîrên parastinê de li ser mijara dê kapasîteya hebûna eskerî ya NATOyê ya li Behra Reş bê zêdekirin an na, bisekinin.