Bayram Altuğ
27 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2021
Paul Dillonê Berdevkê IOMê ku rêxistina koçê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa NYyê li Cenevreyê da da bibîrxistin ku roja yekşemê boteke ku ji bajarê benderê yê El Xûmsa Lîbyayê bi rê ket, binav bû û herî kêm 57 koçberên bêdestûr wenda bûn.
Dillon diyar kir, 18 kes ji hêla masîgirên li wan nêzîkan û her wiha ewlekariya qeraxan hatin xilaskirin, li gorî ku van kesan diyar kir, ji yên wenda herî kêm 20 jê jin û 2 jê jî zarok in.
Dillon got, xebatkarên IOMê yên li Lîbyayê xizmeta tenduristî, xwarin û avê didin 18 kesên ji Nîjerya, Gana û Gambiyayê û wiha dewam kir, "Bi vê trajediya dawîn va sala 2021ê li ser rotaya Behra Spî ya Navîn hejmara miriyan bi texmînî ligel jin, mêr û zarokan bi tevahî derket 970yî."
Li Afrîkayê ji ber xizanî, hişkayî, şer û pevçûnan û her wisa ji ber sedemên din her sal bi hezaran koçberên bêdestûr derdikevin rêya koçê û dixwazin ji ser Lîbyayê derbasî Ewropayê bibin. Ji ber vê yekê jî trajediyên navborî diqewimin.