Muhammet İkbal Arslan
20 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2023
Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rûsyayê bertek nîşanî Îsraîlê dan ku çima dêreke dîrokî ya li Xezeyê bombebaran kiriye.
Ravîna Shamdasaniya Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê êrîşa Îsraîlê ya dijî dêrê da got ku "Em her cure êrîşên ku zirarê didin binesaziya sivîl û dijî avahiyên tên parastin û dibin sedema kuştin û birîndarkirina sivîlan şermezar dikin."
Aleksey Zaytsevê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê jî der barê êrîşa Îsraîlê ya dijî Dêra Ortodoks a Ruman a li Xezeyê da got ku "Ji kîjan terefî dibe bira bibe, em êrîşên dijî hedefên sivîl weke kategorîk red û şermezar dikin."
Jimara kesên ku di êrîşa Îsraîlê duh êvarê bir ser Dêra Ortodoks a Ruman a li Xezeyê da mirin derketibû 16an.