Abdullah Tel
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetûllahî (FETO) da 9 jê yên berê der barê 10 xebatkarên Misteşariya Xezîneyê da biryara binçavkirinê derxist û ji gumanbaran 4 kes jî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya serdozgeriyê weşand da hat gotin ku di lêpirsîna ji ber endamtiya rêxistinê dihat weşandin da hat tespîtkirin ku hin gumanbaran bernameya ByLockê bikaranîne.
Rêxistina FETOyê bernameya ByLockê ya bi krîpto ji bo ragihîna di nav mensûbên xwe da bikar dianî.
Li Enqere û Îzmirê ji bo 9 jê yên berê der barê 10 xebatkarên Misteşariya Xezîneyê biryara binçavkirinê hat derxistin.
Piştî biryarê ekîbên ewlehiyê dest bi xebatê kirin û di operasyonên hevdem da ji gumanbaran 4 kes binçav kirin.
Ji bo qefaltina gumanbarên din jî xebat didomin.