İbrahim Atmaca
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
HATAY
Li Samandaga navçeya Hatayê di dewra Romayê da ji bo ku pêşî li lehiyê were girtin bi hezar hêsîran Tunêla Tîtusê dane çêkirin. Şikefta Beşîkliyê jî li kêlekê ye. Çîroka wê ya ecêb û çêkirina wê ya balkêş ziyaretvanan dikşîne.
Çêkirina tunelê bi fermana Împaratorê Romayê Vespasian va dest pê kiriye. Ji bo ku pêşî li ber lehiya ji çiyê tê were girtin û qûm û çaqila lehiyê lîmanê tije neke hatiye çêkirin. Tê gotin tunêl bi hezar hêsîrî dane çêkirin. Tunêl bi mîmariya xwe va bala ziyaretvanan dikşîne.
Tunêl hezar û 380 mêtre dirêj e, 7 mêtre bilind e û 6 mêtre jî bi ber e. Hêsîran bi çakûç û mûc va verotiye û neqişandiye.
Tunêl di nav hêşinahiyê da ye û piştî şiverêyekê meriv xwe digihîne tunêlê.
Şikefta Beşîkliyê jî nêzî 100 mêtreyî kêleka tunêlê ye û şikeft jî bi mîmarî û dekorasyona xwe va bala tûrîstan dikşîne.
Di nav şikeftê da gorên dewra Romayê hene û tê gotin ku di nav da goreke rêvebir û malbata wî jî heye.
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Husnu Işikgor destnîşan kir ku tunêl ji aliyê tûrîzmê va seba bajêr qîmetek e.
Işikgor ji bo tunêlê got, "li dinyayê di nav tunelên ku bi destan hatine çêkirin da ya herî mezin e" û wiha dewam kir: "Ji bo Samandag û Hatayê Tunêla Tîtusê pir girîng e, lewra ev der wêrane ye û ziyaretvanên vê derê roj bi roj zêde dibin.