26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
MÛSIL
Koça sivîlan a piştî ku artêşa Iraqê gundên hawirdor ên girêdayî bajaroka Qeyyaraya li başûrê Mûsila di destê DEAŞa rêxistina terorê de paş ve hat sitandin diqewime berdewam dike.
Niştecihên gundên li herêma ku di navbera bajaroka Qeyyarayê û navenda bajarê Mûsilê de cî digirin pevçûnên giran ên di navbera artêşa Iraqê û milîtanên DEAŞê de firsend dibînin û digel xetereya jiyanê koçê herêmên ewledar dikin.
Gel bi piranî ji gund bi wesayîtên xwe ber bi bajarokê ve tên û ji bo ku nebin hedefa artêşa Iraqê flamayên spî li wesayîtên xwe ve dialiqînin û hewl didin nîşan bidin ku sivîl in.
Hat dîtin ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî artêşa Iraqê ji bo pêşî bigirin ku milîtanên DEAŞê nekevin nav welatiyan li hemû rêyên ku diçin bajaroka Qeyyarayê gelek cihên kontrolê ava kirin.
Niştecihên gund ên xwestin ku biçin xizm û eqrebayên xwe yên li navenda bajarokê bi wesayîtên ku bi xwe re tînin nikarin bikevin Qeyyarayê. Eskerên Iraqê pêşjêpirsîna sivîlên ku ji gundan koç dikin dike û wan li pîkap wesayîtên din ên li cihê ewlehiyê siwar dikin û wan sewqî navenda bajarokê dikin.
Hîşam Hesenê niştecihê gundê Şûhedaya ku 10 kîlometro dûrî bakurê Qeyyarayê ye daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Em tam seranserê 2 sal û nîvan di bin kontrola DEAŞê de jiyan. Tu carî rojekî xweş bi me nedan jiyan lê belê rojek tenê jî em neketin bêhêvîtiyê. Me dizaniya ku dê artêşa Iraqê rojekî bê û me xilas bike."
Hesen qal kir ku rojên herî dijwar di destê DEAŞê de dîtin û wiha axivî: "Tişta herî dijwar a ku tê serê mirovekî birçîbûn e. Em çendî roj û mehan birçî jiyan. Lê belê bêyî ku zirar bigihêje malbata min me ev bela ji ser xwe dehf kir."
Hesen qal kir ku li gund di serî de cêyran tu xizmetên ku dê pê jiyana xwe berdewam bikin tune û diyar kir heta ku dawî li pevçûnan bê dê li kampa koçberên nav welêt ên li Qeyyarayê têkoşîna jiyanê bidin.
Ehmed Casimê 70 salî yê ku bi benzîna ku ji bajaroka Qeyyarayê sitand diçû gundê xwe jî got ku "Mirovên li gundên hawirdor mafdar in ku derbasî herêmên ewledar bibin lê belê tu cihekî din tune ku ez biçimê. Ez ji bajarokê hewcedariyên xwe distînim û vedigerim gundê xwe."
- Tu eleqeya DEAŞê bi îslamê re tune
Casim qal kir ku li herêmên di bin serdestiya DEAŞê de wekî her kesê bi qasî du sal û nîvan di bin dijwarî û tehdîtên mezin de jiyan û wiha axivî: "DEAŞê bi navê dînê îslamê mala me xira kir. Îslam dînê aştiyê ye. Ka li ku ye aştî û aramiya DEAŞê. Ji bilî şer û xirakirinê tu tiştê pêşkêşî me nekir."
Casim der heqê ka gelo artêşa Iraqê û Heşdî Şabiya hêzên milîs ên şiî yên ku piştgirî didin wan hemberî wan çawa tevdigerin de şîroveya "Bi giştî hember Heşdî Şabî tirs û fikarên di cî de yên mirovên herêmê hene. Heta niha tu bûyerên nexweş neqewimîn. Em hêvî dikin ku her tişt baştir be."
- Di wesayîtên artêşa Iraqê de wêneyeên Hamaney
Hat dîtin ku li ser wesayîtên artêşa Iraqê û milîsên şiî yên ku piştgirî didin wan û ji Qeyyarayê ber bi bajaroka Hemam Elîl ve li kozikên DEAŞê dixin û pêş dikevin wêneyên Ayetûllah Elî Hamaneyê serokê dinî yê Îranê hene. Bal kişand ku li ser banên malên ku ji paş ve hatin sitandin û wesayîtên bizirx de jî flamayên ku şiîtiyê temsîl dikin hene.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê duh eşkere kiribû ku ji roja ku operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê dest pê kirin vir ve ji herêmên dora Mûsilê yên ku hatin xilaskirin 3 hezar û 802 kes koç kirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî eşkere kiribû ku ji 17ê cotmehê de operasyona ji destê DEAŞa rêxistina terorê xilaskirina Mûsilê li herêmên bakur, başûr û rojhilat ên bajêr dest pê kir.